Li Bedlîsê qeza: Çawişê pispor û hevjîna wî mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, otomobîl li bariyerê qelibî û di encamê de çawişê pispor û hevjîna wî ya perestar mirin.
Li gorî daxuyaniya AFADê, li navçeya Norşînê otomobîla ku Çawişê Pispor ê Seyît Alî Tunç (33) diajot, ji ber sedemeke nayê zanîn li bariyera li kêleka rê qelibî.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û herwiha tîmên cendirme, îtfaiye û AFADê çûn cihê qezayê.
Di qezayê de ajokar Tunç û hevjîna wî ya hemşîre Kamile Îrem Tunç (31) mirin.
Tîmên AFADê cenaze ji wesayîtê derxistin û teslîmî tîmên tenduristiyê kirin.
Rêya ku ji ber qezayê hat girtin, piştî rakirina otomobîlê cardin vebû.