Dîsa êrişî Derezorê dikin!

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hikumeta Sûriyeyê û çekdarên Dîfa El Weteniyê dîsa êrişî Derezorê dikin.

Çekdaran îro dîsa çolterên rojhilatê Dêrezorê bi obus û hewanan topbaran kirin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, di êrişa li ser taxa El Mewhê ya bajarokê Ebû Hemamê de 14 kes birîndar bûne.

Heman çavkaniyê da zanîn ku birîndar rakirine nexweşxaneyên li Dêrezorê.

Hat zanîn ku Mahir El Marûf, Hemîd El Xilêf El Necim, Emar Salih El Elî, Mihemed El Emîn El Salih, Emar Salih El Ehmed hinek ji birîndaran in.

Li gorî bijîşkên nexweşxaneyan, rewşa 2 birîndaran giran e.

Li hêla din, li bajarokê Ebû Hemam û gundê Kişkiyê jî birîndar çêbûne lê ji ber berdewama topbaranê tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan.

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ragihandibû ku li Dêrezorê 25 çekdar hatine kuştin.