Kurdên ji Başûr jî berê xwe da Cîloyê: ‘Zozanên bav û bapîrên me ne’

Colemêrg (Rûdaw) – Gelek Kurdên ji Başûrê Kurdistanê jî berê xwe da Festîvala Festivala Cîlo û Satê ya ku îsal cara 6an hat kirin.

Festîvala ku 2 rojan berdewam kir doh xelas bû.

Ehmed Cindo Stûniyê ku ji Sorana Başûrê Kurdistanê ye ev 3 sal in ji bo festîvalê berê xwe dide Cîloyê.

Bav û bapîrên Ehmed Cindo berê li van zozanan şivanî û maldarî kiriye û Sat û Cîlo, Geverok Çarçela ji bo wî jî hemû bîranîn in.

“Hemû zozanên me ne”

Ehmed Cindo Stûnî diyar kir ku ew ji warê xwe hatine derxistin û got:

“Ev der zozanên bav û bapîrên me ne û wan ji bo me gelekî behs kiriye û ji bo me bûye meraq.

Ji sala 1975an ve bav û bapîrên me zozanên xwe nabînin.

Ji serê Satê heta Çarçelê Herkiya û Geveroka Bêdawiya hemû zozanên me ne lê sala 1975an em ji vir hatine nefîkirin.”

Festîvala Cîlo û Satê îsal jî bû derfet ku xelkê başurê welêt xwe bigihîne Sat û Ciloyê û bi ditîna xizm û kes û karên xwe şad bibe.

“Em xelkê Başûr xelkê Bakur baştir nas dikin”

Ehmed Batîfayê ku ji Başûrê Kurdistanê berê xwe daye festîvalê diyar kir ku xelkê her du aliyên Kurdistanê bi rêya festîvalê hevdû bêhtir nas dike û li pey çû:

“Ev cure kombûn cihê dilxweşiya xelkê ne. Festîval salane tê kirin û em xelkê Başûr xelkê Bakur baştir dinasin.”

Hecî Hesen Bayî 60 salî ye û ev 30 sal in ku tim beşdarî festîvalê dibe. Wî jî li ser festîvalê got:

“Ev tiştên gelekî baş in. Temenê min 60 sal e ez di 30 saliya xwe de hatime vir, ev der gundê me ye dibêjinê gundê Bayê.

Di dema xwe de ji Bayê dihatin Satê em diçûn cem şivanên Satê û li van gundan digeriyan.”

Festivala Cîlo û Satê îsal cara 6an hat kirin û salane rêjeya beşdariyê zêdetir dibe.

Îsal hinek îdareyên parêzgeha Colemêrgê û Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê jî beşdarî festîvalê bûn.

Dîvê were gotin ku di festîvala îsal de deng û rengên Kurdî kêm bûn.