HDPê li Êlihê du malbatên nakok lihev anîn

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 2 malbatên parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ku di navbera wan de alozî hebû bi merasîmekê lihevanîn.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê duh Pêncşembê 11ê Tebaxa 2022ê li saloneke dawetê ya li Êlihê malbatên Adiyaman û Erdogdu bi merasîmekê lihev anîn ku pêştir di navbera wan de alozî û nakokî hebûn.

Di merasîma aştiyê ya navbera herdû malbatan de Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê Mehmet Ruştu Tiryakî, Berdevka Encûmena Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran, Parlamneterê Wanê yê HDPê Murat Sarisaç ligel çend berpirs û endamên wê partiyê û Însiyatîfa Êlihê ya Dayikên Aşitiyê û Komelya Mafên Mirovan beşdar bûn.

Alîkarê Giştî yê Hevserokê HDPê Mehmet Ruştu Tiryaki di merasimê de spasiya herdû malbatan kir ku bi daxwaza wan dawî li aloziya di navbera xwe de anîne û lihev hatine.

Rêxistina HDPê ya Êlihê li ser twittera xwe di du peyamên bi Kurdî û Tirkî de behsa wê lihevanînê kiriye. Di peyama xwe ya Kurdî de, Rêxistina HDPê ya Êlihê dibêje, “Me wek HDPê du malbatên Êlihê ku di navbera wan de xisûmet qewimîbû lihev anî. Bila êdî nakokî û aloziyên di nav gelê Kurd de xilas bibin.”

Di peyama xwe ya bi Tirkî de jî Rêxistina HDPê ya Êlihê gotiye, “Bûyer û dijminatiya ku di navbera malbatên Erdogu û Adiyaman de çêbibû, di encama destwerdana partiya me de aştî pêk hat. HDP temînata aştiyê ye.”

Merasîm piştî xwarina aşitiyê bidawî hat.