Berdevkê Talîbanê bo Rûdawê: Efxanistan ji bo welatên din nabe metirsî

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Talîban Zebîhullah Mucahîd got “Amerîka piştî dagirikirina 20 salan ziyaneke mezin da Efxanistanê û di dawiyê de biryar da ku bi me re lihev bike.”

Berdevkê Talîban Zebîhullah Mucahîd bi riya telefonê beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê geşedanên dawîn ên li Efxanistanê ku cîhan bi baldarî lê temaşe dike de nirxand.

Zebîhullah Mucahîd ji Rûdawê got “Em ê nehêlin ku axa Afganistanê li dijî welatên din were bikaranîn. Efxanistan ji bo welatên din nabe metirsî”

Zebîhullah diyar kir ku wan di nav 7 rojan de 13 wîlayetên Efxanistanê rizgar kirine û xelkê Efxnistanê rêveberiya “Talîban” dixwaze.

Herwiha Mucahîd dibêje “Em dixwazin li Efxanistanê hikûmeteke li ser bingeha şerîeta îslamî ava bikin.”