Ji Fermandarê Giştî yê HSDê daxuyaniya nû ya Efrînê!

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Şahîn Cîlo di nivîseke xwe de eşkere kir, ku niha karê wan yê sereke rizgarkirina Efrînê ye.

 

Şahîn Cîlo, bi navê Mezlûm Kobanî di kovara Parêzvan de gotarek nivîsî û ragihand, weke HSD, YPG, YPJ kar û armanca wan a sereke rizgarkirina Efrînê ye.

 

Cîlo got: “Efrîn berî her tiştî ye û Efrîn di ser her tiştî re ye.” û diyar kir, ku ew weke gel, hêzên leşkerî û weke tevgera siyasî bi her wahî hewl bidin ku xwe bigihînin vê armancê.

 

Şahîn Çîlo di nivîsa xwe de her wiha dibêje: "Di hemû hevdîtinên xwe de em tekeziyê li ser derxistina dagîrkeran ji Efrînê dikin."

 

Hêjayê gotinê ye, ku Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mistefa Meşayix jî ji Rûdawê re gotibû: “Îro ji me re ya giring û sereke meseleya Efrînê ye. Eger Efrîn bikeve projeyê de em amade ne û dikarin li hember rizgarkirina Efrînê şerê grûbên terorê bikin.”

 

Artêşa Tirkiyê bi tevê grûpên opozîsyona Sûriyê roja 20ê Çileya 2018ê di bin navê “Çiqla Zeytûnê” de li hember bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê operasyonek pêk anî. Hêzên Tirkiyê roja 18ê Adarê navenda bajarê Efrînê kontrol kirin.