Pêşmergeyên Rojhilat: Serxwebûn xewn bû êdî dibe rastî

Soran (Rûdaw) –  Her çend mafê pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê tuneye, ku beşdarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê bibin û li gorî yasayan nikarin li ser vê mijarê kar bikin jî lê ew dibêjin, amade bersivê bidin hemû gef û êrîşên ser Başûrê Kurdistanê.

 

Xalê Sofî pêşmergeyekî 66 salî ye û wî 43 salên temenê xwe bi pêşmergetiyê derbas kiriye. Ew bi ezmûnekî kûr, rê nîşanê pêşmergeyên ciwan ên nû dide da ku bikarin çiyayan binasin û fêrê jiyana pêşmergetiyê bibin. Herwiha ji wan re behsa parastina sînoran dike, ku aliyekê vî sînorî xwe niha ji bo giştpirsiyê amade dike.

 

Xalê Sofî Ehmed dibêje: “Em nikarin dengên xwe ji bo giştpirsiyê bidin. Lê ji bo serkeftina hemû parçeyên Kurdistanê ji me çi were xwestin, em amade ne bikin. Ji ber ku armanca me ya bingehîn, gihiştina mafên xwe yên rewa ye.”

 

Pêşmergeyên ji aliyekê çavdêriya sînoran dikin û lûleya tifingên wan li aliyê liv û tevgera neyarên wan e, ji aliyê din jî behsa giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dikin.

 

Pêşmergeyê bi navê Elî Riza jî diyar dike: “Ez kurdekî ji bajarê Îlamê me, bajarê min bajarê herî dûr ê Kurdistanê ye. Ez dixwazim bi zaraveya Kelhûrî ji hemû gelê kurd re bêjim, kêm maye ked û westiyana bav û kalên me bigihe encamê. Bi giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dê xewnên me bibin rastî.”

 

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji zû ve helwesta xwe ya li hember giştpirsiyê eşkere kirine û ragihandine, ku ew piştgiriyê didin. Berovajiyê wan, neyarê wan, ku Îran e, dijitiya xwe ya li hember giştpirsiyê ragihandiye. Bi baweriya Îranê, giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dê bibe modelek ji bo beşên din ên Kurdistanê.

 

Endamê Komîteya Navendî yê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Xalîd Wenewşe jî dibêje: “Daxwazkirina maf, mafekî rewa ye û divê em ti caran ji bîr nekin, ti kes maf nade, divê em bixwe hewl bidin mafên xwe bistînin. Bêguman xebat û tekoşîna me jî ji bo gihiştina rojeke wiha ye, ku em jî bigihin serxwbûnê.”

 

Nîştîmanek ku bi rêkeftinameyên ser maseyê bûye çar beş, niha li hemû beşan partiyên wê ji bo bidestxistina mafên xwe kar dikin. Piraniya partiyên hemû parçeyên Kurdistanê, piştgirî didin giştpirsî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê.