Mehmet Ocalan çû Îmraliyê

Stenbol (Rûdaw/Ajans) – Birayê rêberê PKKê Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina ligel birayê xwe Abdullah Ocalan pêk bîne, bi rêya deryayê ber bi girava Îmraliyê ve birêket.

Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê, li Gemlikê ye. Ocalan ligel xizmê girtiyê din ê li Îmraliyê Cumalî Karsu, li Fermandariya Cejndirmeyan a Navçeya Gemlikê rawestiya.

Mehmet Ocalan ji rojnamevanan re axivî û destnîşan kir ku birayê wî du sale ligel parêzerên xwe hevdîtin pêknaniye û wiha got: “Nabe di dewletekî hiqûqî de pêkanînek bi vî awayî çêbibe. Li wir di nava çar dîwaran de, di nava bîrekê de dijî. Kesên di vîlleyan de dijîn, bila mehekê li wir bimînin û bibînin. Divê sedî sed ligel parêzerên xwe bicive.”

Piştî kontrola nasnameyan, bi rêya deryayê ber bi Girava Îmraliyê ve birêketin.