Li Colemêrgê 3 koçber hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di malekê de 3 koçber hatin desteserkirin.
Li gor parêzgariya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê hatine agahdarkirin ku li navçeya Geverê di malekê de 3 koçber dimînin.
Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn û di malê de dest bi xebatên lêgerînê kirin.
Di encama xebatan de 3 koçber hatin desteserkirin. Herwiha kesek bi navê Ş.O. jî bi gumana qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.
Hat ragihandin ku koçberên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê li Rêveberiya Koç û Koçberan hatine bi cihkirin.
Li aliyê din tohmetbarê bi navê Ş.O. jî ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin.