STENBOL- Hem geştyar û hem dikandar bi gazin in

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Îsraîl û Hemasê êrişên tûnd ên li hemberî penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bandor li rêjeya geştyarên Stenbol û Tirkiyeyê kiriye û dikandarên Stenbolê ji rewşê bi gazin in.

Stenbol yek ji navendên herî girîng ê turîzma cîhanê ye. Her sal bi milyonan geştyar diçin Stenbolê.

Ji ber bihabûna zêde û şerê Îsraîl û Filstînê û êrişên dawî yên li ser penaberên Sûriyeyê hatina geştyaran kêm bûye.

Dikandarên Stenbolê ji ber rewşa xirab gazinan dikin.

Bi taybetî kompaniyên geştyariyê, xwediyên otêl, cafe, restorant, dikandar û esnaf ji ber kêmbûna geştyaran di mehên hezîran û tîrmeha îsal gelekî dilgiran bûne.

Ew dibêjin, par vê demê geştyar gelekî zêdetir bûn û dahata wan jî baştir bû.

Tirkiyê berê ji ber nirxê dolar ji geştyaran re welatekî erzan bû lê êdî bihayê bilêtan, otêl, xwarin, vexwarin û xerciyên veguhastinê li gorî nirxê dolar pir buha bûye û geştyar jî kêm bûne.

Li bajarê Stenbolê, li herêmên geştyariyê yên wek Taksima Beyoglu, Eminonu û Sultanahmetê; acenteyên turîzmê, xwediyên otêl, cafe, restaurant û taksiyan, dikandar û esnaf di mehên Hezîran û Tîrmeha îsal de ji ber kêm hatina geştyaran gelekî di tengasiyê de ne.

Ew didin zanîn ku turîstên biyanî di heman heyama sala borî de zêdetir serdana Stenbolê dikirin û dahata wan zêdetir bû.

“Geştyar nema tên”

Berpirsê Acenteyeke Turîzmê yê bi navê Yaqûb Talhamî li ser rewşa geştyariyê wiha got:

“Her çend danê êvarê ye jî cafe û restaurantên li herêma Taksimê ku navendeke girîng a mayîn û gera geştyaran e vala ye. Bihayê herî erzan yê xwarinan ji 10 dolaran dest pê dike.”

Her wiha birêveberekî kompanyaya geştyariyê Mursel Olçer jî wiha got:

 “Em îsal qet turîstan nabînin. Ji turîstên Ereban re dibêjin; ‘neçin Tirkiyeyê li wê derê

êrişê we dikin.Ji ber vê yekê jî ew nayên. Ev 2 sal in ji welatên Ereban turîst kêm tên.

Jı Îraq û Hewlêrê jî pir geştyar dihatin dihatin lê niha ew jî nayên.”

“Rêjeya geştiyaran kêm bûye”

Cemîl Koç berpirsekî kompanyayeke geştyariyê ye. Li gorî gotina Cemîl Koç rêjeya hatina geştyaran ji sedî sed kêm bûye.

Cemîl Koç amaje bi wê yekê kir kur geştyarên berê diçûn Bodrum û deverên din jî ji Stenbolê derbas dibûn lê niha êdî geştyar li dewsa Tirkiyeyê berê xwedidin welatên wekî Yûnanistanê.

Rêjeya geştyarên ji welatên Erebî ji geştyarên welatên din zêdetir e. Bihayê dolar ê li hemberî lîreyê Tirkiyeyê û erzaniya li Tirkiyeyê dibû sedem ku geştyar berê xwe bidin Tirkiyeyê.

Di heyama çend mehên borî de erzanî li Tirkiyeyê nema û bihayê bilêt, mayîn, xwarin, vexwarin û xerciyên veguhestina pirr zêde bûn.

“Stenbol xweş e lê biha ye”

Geştyarên tên Tirkiyeyê jî ji ber bihabûna li Tirkiyeyê bigazin in.

Şahid Remdanî geştyarekî ji Mexrîbê ye û gelekî ji Stenbolê hez kiriye Şahid eşkere dike ku Tirkiye welatekî gelekî xweş e û danûstandina xelkê ya bi geştyaran jî re gelekî baş e.

Mihemed Hemîd Salih jî geştyarekî Behreynî ye.

Mihemed Salih ji Rûdawê re da zanîn ku ew gelekî ji Stenbolê hez dike û ji bo dîtina çend herêm û taxên Stenboolê hatiye Tirkiyeyê lê jiyan li Stenbolê bihaye.

Wezareta Çand û Turizma Tirkiyeyê ragihand ku di navbera 5 mehan yanî ji kanûna pêşîn û gulana îsal derdora 7 milyon geştyarên biyanî serdana bajarê Stenbolê kiriye ku li gorî salên borî rekoreke nû ye.

Divê were gotin wezaretê hêj amarên meha Hezîran û Tîrmehê eşkere nekiriye.

Tişta balkêş jî ev e ku hejmareke welatiyên Tirkiyeyê jî ji ber bihayên zêde berê xwe didin welatên wekî Yûnanistanê û li wan deran betlaneya xwe erzantir derbas dikin.