Riha: Avahîsazê ku bi nexweşiya harbûnê ketibû canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve avahîsazê bi navê Lutfu Seray ê ku berî hefteyekê kuçikekî har êrîşî wî kiribû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan îro Çarşemê 12ê Temûza 2023an li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ve avahîsazê bi navê Lutfu Seray ji ber nexweşiya harbûnê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye. Hatiye ragihandin ku beriya hefteyekê kuçikekî har êrîşî wî kiriye û ji ber vê yekê li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

6ê Temûza 2023an Qeymeqamtiya Siwêregê ragihandibû ku kesek bi nexweşiya harbûnê (quduz) ketiye û li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku ji ber êrîşa kûçikên har hinek ajel jî bi nexweşiya harbûnê ketine û li ser vê mijarê Lîjneya Tenduristiyê ya Siwêregê civiyaye û tedbîrên pêwîst wergirtine.