Rayedarekî AK Partiyê piştgirî da kampanyaya damezrandina mamosteyên Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) - Nerazîbûna li hember damezrandina tenê 3 mamosteyên Kurdî ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ve berfireh dibe û Endamê Desteya Rêveber û Navenda Biryarê ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt jî piştgirî da kampanyayê.

Kampanya ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) li ser medyaya civakî bi hashtaga #Kurdceye200EkAtama hatiye destpêkirin di demeke kurt de rastî eleqeyek zêde hat û bû TT.

HezKurd, Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurd, Platforma Mamosteyên Kurd, HAK-PAR, gelek rojnamevan, dîroknas û siyasetmedaran piştgirî dan kampanyayê.

Endamê Desteya Rêveber û Navenda Biryarê ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt jî piştgirî da kampanyayê û doh Duşembê 11ê Temûza 2022an li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir.

Abrurrahman Kurt di peyama xwe de dibêje: “Girêdayî daxwaza #Kurdceye200EkAtama, me ji Wezareta Perwerdeya Niştimanî agahî xwestin, piştî cejnê emê parve bikin. Ziman rûmet, nasname û dîroka civakê ye. Hemû ziman ji ayetên Xwedê ne. Hewl û keda we hêja ye. Her hebî…”

Berî çend rojan Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ragihandibû ku dê 20 hezar mamosteyên nû bên wergirtin lê ji 20 hezar kontenjanan tenê 3 cih bo mamosteyên zimanê Kurdî hatine diyarkirin.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, bo ziman û edebiyata Erebî 175, bo Îngilîzî 1004 û bo Almanî 1 mamoste kontenjan diyar kirine. Lê ji 20 hezar kontenjanan, bo zimanê Kurdî ku li Tirkiyê zimanê duyem ê axaftinê û li Bakurê Kurdistanê yê yekem û zimanê resen ê xelkê ye, tenê 3 kontenjan diyar kirine.

Ji wan 3 kontenjanên bo zimanê Kurdî jî, 2 bo zaraveya Kurmancî û yek jî bo zaraveyê Dimilkî anku Zazakî ye.