Gelek karmendên Hikûmeta Sûriyê vegeriyane Bendava Firatê

Tebqa (Rûdaw) - Hikumeta sûriyê careke din, hewl dide desthillata xwe li ser Bendava Firatê ya bajarê Tepqayê bisepîne û karmendên xwe vegerîne wê deverê,  ku ew bajar ji aliyê encûmeneke sivîl a ser bi Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin.

 

Serokê Encûmena Zagonsaz ya Rêveberiya Tebqayê Hamid Elferec ji Rûdaw re da xuyakirin, ku Bendava Ferat ji aliyê encûmena wan ve tê birêvebirin, lê karmendên hikûmeta Sûriyê jî li bendavê kar dikin.

 

Xelkê Tebqayê jî gazinan ji wê yekê dikin, ku devera wan baca şerê li dijî DAIŞê daye û dibêjin, rewş niha ji dema desthilatdariya DAIŞê baştir e, lê ne wek rewşa berî sala 2011an.

 

Welatiya bi navê Muna Elzeim wiha got: “Şerê dijî DAIŞê tiştek li cem me nehişt, ew bûn bela serê me, me çi dikir, ew li dijî me derdiketin. Niha jî rewşa me piçekî ji berê baştir bûye, lê ne wek dema berî şer e.”

 

Hamid Elferec diyar kir ku birêveberina Bendava Firatê erkeke giran e û pêwistiya wê bi pisporên taybet heye  û ji ber wê yekl ji bo berdewamiya karê bendavê, li ser rêvebirina hevbeş wan û hikumeta Sûriyê lihevkirine.

 

Hamid Elferec  wiha got: “Bendava Firatê yek ji wan pêgehan e ku ji aliyê Rêveberiya SIvîl ve tê birêvebirin  tê de kadirekî teknîkî yê pispor heye. Endaziyar, teknêkkar û karker hene, beşek ji wan mûçeyên xwe ji saziya giştî ya Nendava Firatê werdigirin ku girêdayê hikûmeta Sûriyê ye. Beşê herî mezin, mûçeya xwe ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk werdigire, hevkariyeke hevbeş jî heye, ji ber ku ev bendav a tevahiya xelkê Sûriyê ye.”

 

Tevî hebûna bendaveke stratejîk, beşek welatiyên ji navçeyên Tepqayê gazina kêmbûna av û elektrîkê dikin û hêvîxwaz in ji bo berdewamiya karê Bendava Firat û wergirtina sûdeke zêdetir.

 

Kontrola Bendava Firatê destpêka sala 2014an ket destê DAIŞê. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di Gulana 2017ê de tevahiya bendavê ji destê rêxistina DAIŞê deranîbû, lê ji ber bombebarana firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji sedî 70î ya bendava ziyan ditîbû.