Li Amedê qeza: 22 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Kurdistanê mînîbus û otomobîlekê li hev xist, 22 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Amed û Wêranşarê mînîbusa ku karkerên demsalî tê de bûn û otobîlek li hev qelibîn.

Di vê qezayê de her du ajokar û 20 kesên di her du seyareyan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyan.