Li Kobaniyê êrîşa esmanî

Hewlêr (Rûdaw) – Dronekê cihek li başûrê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kir armanc.

Li gor zanyariyan, êrîş îro derdora saet 12:00an li başûrê bajarê Kobanî û li ser rêya Helebê pêk hatiye.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav kiriye ku êrîş ji aliyê doneke Tirkiyê ve hatiye kirin û motosrîklêtek hatiye armanckirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama êrîşê de sê birîndar hene.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) ragihandiye, di êrîşê de kesên bi navên Mihemed Behcet Eyûb ê 25 salî, Xebat Edhem ê 28 salî û Elaa Ebdurezzaq ê 22 salî birîndar bûne.

Birîndarên êrîşê rakirine Nexweşxaneya Emel a li Kobaniyê û li gor agahiyan, rewşa yek ji birîndaran giran e.

Hêj ti aliyekî peywendîdar derbarê êrîşê de daxuyaniyeke fermî nedaye.