Li Şehbayê êrîşî hêzên Rûsyayê kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Şehbayê li dijî dewriyeyeke hêzên Rûsyayê êrîşek çê bû. Li gor zanyariyên destpêkê, dewriyeke hêzên Rûsyayê hatiye armanckirin û kuştî û birîndar hene.
Çavkaniyekî ji Şehbayê ji Rûdawê re ragihand, îro dronekê otomobîleke hêzên Rûsyayê li herêma Şehbayê kir armanc û di êrîşê de hejmarek leşkerên Rûs hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gor agahiyan, êrîş li ser rêya Hirbil li bakurê Fafînê hatiye kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, topxaneya Tirkiyê dewriyeyeke hêzên Rûsyayê kiriye armanc û diyar kiriye, di êrîşê de leşkerekî Rûsyayê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Herêma Şehbayê li rojhilatê Efrînê ye û yek ji navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de ye. Lê piştî zêdebûna gefên Tirkiyê di wan salên dawî de, li ser sînorê wê herêmê û Efrînê hêzên Rûsyayê û hêzên hikûmeta Sûriyê hatine bicihkirin.