Li Şirnexê 5 HDPyî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, îro Duşemê 5 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îro Duşemê 12ê Hezîrana 2023an demjimêrên sibehê li Taxa Aliçavuş a Elkê bi ser gelek malan de girtin.

Di serdegirtina malan de Hevseroka Şaxa Elkê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zarife Borak, rêveberê HDPê Emrah Yacan û Lokman Abi, Devrim Abi û Mehmet Cin hatin desteserkirin.

5 kesên ku nehat zanîn ji ber çi hatine desteserkirin ji bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Elkê hatin birin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.