Li Kampa Dareşekranê gelek zarokên penaber kar dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Dareşekran a Hewlêrê ku penaberên Rojavayê Kurdistanê lê dimînin, gelek zarokên penaber kar dikin.

Karkirina zarokan li ku derê be qedexe ye, heta 18 salî zarok e, nabe kar bike divê bixwîne, lê ji ber gelek sedemên feqîrî û koçberiyê gelek zarokên Rojavayê Kurdistanê neçar in kar bikin, ji bo ku debara mala xwe bikin.

Yek ji wan Kanîwar Ebdulah ê 12 salî yê li Kampa Dareşekran a Hewlêrê ye. Kanîwar tevî malbata xwe li Kampa Dareşikranê dimîne û rojê 14 saatan kar dike, ew jî weke gelek zarokên koçberan neçûye didibstanê û neçar bûye malê xwedî bike.

Xewna Kanîwar ew bû ku bibe endezyar lê, hejariyê ew neçar kir ji sibê saat 8 heta şev saat 10 şevê kar bike.

Zarokî penaber Kanîwar Ebdulla dibêje: “Ez dixwazim herim dibistanê lê nahêlin ez biçim dibistanê. Ez dixwazim bixwînim û bibim endezyar.”

Xwediyê kar Adil Mihemed jî got: “Ev nêzîkî mehekê ye Kanîwar tê ba min bo kar bike. Temenê wî 12 saliyê ye û rûniştvanê Kampa Dareşikranê ye. Ew sibê seat 8 sibê tê heta 9ê şev berdewam dike. Ew malbata xwe xwedî dike.”

Li gorî amarên Wezareta Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê hezar û 466 zarok li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Hukûmeta Herêma kurdistanê ji bo ku çareserkirina diyardeya karkirina zarokan projeyek amade kiriye.