Li Efrînê çekdaran stûyê jineke Kurd jê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve de ye jineke Kurd ji aliyê çekdaran ve hate kuştin.

Li bajarê Efrînê îro jina Kurd a bi navê Ofê Şêx Ehmed a 37 salî ku ji gundê Şêx ê navçeya Raco ye, ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hate kuştin û agir berdan mala wan.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê îro danê sibehê demjimêr derdora 09:30an de, dema ku Henîf Henan Xelîl hevjînê Ofê Şêx Ehmed ji malê diçe kar, çekdarên ku di heman demê de cîranên wan in êrîşî malê dikin û Ofê Şêx Ehmed kuştin û pişre pere û zêrê wan jî didizîn.

Zekeriya Hejar apê Ofê Şêx Ehmed beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê bûyerê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Zekeriya Hejar da zanîn ku Erebên ku ji Şamê hatine li Efrînê bicih bûne û di heman demê de cîranên Ofê Şêx Ehmed in, beriya heftiyekê îdia ekirine ku cilên wan ketine balkona mala Ofê Şêx Ehmed û wiha berdewam kir “Vana jî gotine `cilên we nekitne balkona me, hûn me bi vê yekê tohmetbar dikin.` Cîranên wan jî gotine `na divê em werin mala we teftîş bikin.` Piştre (Ofê Şêx Ehmed) gotiye `Çima hûn dê werin mala me teftîş bikin, eger hûn dixwazin mala bi teftîş bikin, bi rêyeke fermî werin mala me teftîş bikin. Nave hema wiha hûn bikevib hindirê me û teftîş bikin.` (cîranên wan) gotinê `em dê vê yekê ji te re nehêlin.` Paşê dema mêrê wê çûye kar, cîranên wê hatine bi kêran lê xistine û stûyê jê kirine û wê kuştine.”

Herwiha Zekeriya Hejar diyar kir ku ew kesên ku Ofê Şêx Ehmed kuştine hem cîranên wê bûne û di heman demê de çekdar bûne û hatine girtin lê ew nizanin ku bi ser kîjan grûpê ve ne.

Li aliyê din Hejar got ku piştî ku çekdaran biraziya wî kuştine zêr û pereyên wan dizîne û agir berdane xaniyê wan.

Zekeriya Hejar ragihand ku ev 11-12 sal in Ofê Şêx Ehmed zewiciye lê zarokên wê çênebûne, bê zarok ji dinê bar kir.