Cenazeyên 3 zarokên Kurd ji çemê Kizilirmakê hatin derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 3 zarokên Kurd ku di çemê Kizilirmakê de li Sêwasê xeniqîbûn ji çem hatin derxistin û li Rihayê bi axê hatin spartin.

Herdu birayên bi navên Mahmut û Kadîr Yagmur û Mehmet Zurnaci ku ji bo karê çandina petatan çûbûne Sêwasê, duh, 11.06.2020, ji bo ku xwe hênik bikin li gundê Kizilkavraz ketibûn çemê Kizilirmakê, lêbelê nekarîbûn ji avê derkevin û her sê zarok di avê de winda bûbûn.

Piştî çendekê ji lêkolîn û lêgerîna tîmên hawarçûnê, cenazeyên her sê zarokên Kurd hatibûn dîtin û cenazeyên wan zarokan ji bo bajarê wan, Rihayê hatibûn veguhastin.

Termên herdu birayan, Mahmutê 12 salî û Kadîrê 10ê salî, piştî nimija li mizgefta taxa Kirmizipinar, li goristina navçeya Hewengê (Bozova) a ser bi Rihayê ve bi axê hatin spartin.

Muxtarê taxa Kirmizipinar li Hewengê ji rojnamevanan re ragihand ku ew ji ber vê bûyerê gelek xemgînin û amaje bi wê kir, rewşa aborî ya malbatên wan zarokan xerab e û wan her sê zarokan jî ji bo dabînkirina pêdawîstiyên xwe yên dibistanê berê xwe dabûn wî karî.

Cenazeyê Mehmet Zurnaci ê 8 salî jî piştî nimêja li mizgefta gundê Yaylak ser bi Hewengê ve, li goristana gund bi axê hat spartin.