Li Erzeromê malek û 5 axur şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Yakutiye ya parêzgeha Erzerom a Bakurê Kurdistanê, di bûyereke agirpêketinê de malek û 5 axur şewitîn.

Bûyer îro serê sibehiyê li gundê Gamber a qezaya Yakutiyeyê çêbû û agir bi mala gundiyekî ket.

Tevî ku gundiyan û xwediyê malê hewl dan, ku agir kontrol bikin û vemirînin, hewldanên wan bê sûd bûn û agir ber bi cihên din ve pel avêt.

Di encamê de agir bi 5 axurên derdorê jî ket.

Ji bo vemirandina agir, tîmeke agirvemirandinê ya Şaredariya Mezin a Erzeromê gihîştin cihê bûyerê û piştî demekê de agir hat kontrolkirin, lê malek û 5 axir bi temamî şewitîn.

Sedema şewatê nehatiye zanîn û lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.