YNKê Ala Talebanî ji erk dûrxist

Hewlêr (Rûdaw) – Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Ala Talebanî ji erkê Serokatiya Koma YNKê ya Parlamentoya Iraqê, dûrxist.

 

Li gorî daxuyaniya bi nivîskî ya Polîtbûroya YNKê ya 12-06-2017ê, bi biryara polîtbûroyê, Ala Talebanî ji erkê xwe yê Serokatiya Koma YNKê ya Parlamentoya Iraqê hatiye dûrxistin.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku Polîtbûroya YNKê roja 29ê Gulana 2017ê, bi amadebûna Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl, Endama Polîtbûroyê Hêro Îbrahîm Ehmed civyaye û biryar daye, ku Ala Talebanî ji erkê xwe were dûrxistin.

 

Ev yek di demekê de ye, ku Ala Talebanî di bernameya kaneleke erebî ya nêzîkî Nûrî Malîkî de gotibû; “Malbata Talebanî ne kurd in û eslê wan erebên şîe ne, ji hoza Esedî ne.”

 

Piştî van gotinan Sekreteriya Celal Talebanî bi daxuyaniyeke tund Ala Talebanî rexne kiribû.

 

Ala Tehsîn Talebanî:


Di sala 1966ê li Kerkûkê ji dayik bûye

 

Di sala 1986ê de, Peymangeha Teknîkî ya Kerkûkê xilas kiriye

 

Di sala 1987ê de bûye endama YNKê

 

Ji sala 2005ê ve parlamentera Iraqê ye

 

Seroka Freaksiyona YNKê ya Parlamentoya Iraqê bûye