Parlamentara HDPê li ser sonda bi kurdî rijd e

Amed (Rûdaw)- Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknas Uca dixwaze bi kurdî sond bixwe, lê çavdêrên siyasî dibêjin di vê pêvajoyê de, ev ne mimkun e û bibe sedema qeyraneke nû. 


Piştî ku HDPê benda derbas kir û wek partî ket nava parlamentoyê de sonda bi zimanê kurdî kete rojevê de. Parlamentera HDPê ya Amedê, Feleknaz Uca eşkere kir ku ew dixwaze bi kurdî sond bixwe, ji ber ku ew bi zimanê tirkî nizane.


Çavderên siyasî dibêjin di pêvajoyên îroyîn de HDPî nikarin bi kurdî sond bixwin, lewre dibe ku ev bibe sedema qeyraneke nû. 


Xelkê Amedê jî dibêje em dixwazin sonda bi kurdî be, lê dibêjin HDP êdî partiyeke tirkiyeyî ye û ji ber vê yeke jî bi zimanê tirkî sond bixwin baştir e.