Parêzgar, serok û cîgira serokê encûmena parêzgeha Duhokê hatin hilbijartin



Duhok (Rûdaw)- Îro parêzgar û serokê encûmena parêzgeha Duhokê yên nû hatin hilbijartin.


Di civîna îro ya endamên nû yên encûmena parêzgeha Duhokê de Ferhad Etroşî wek parêzgar, Fehîm Ebdillah wek serokê encûmena parêzgehê û Bêrîvan Selîm Şemo wek cîgir serokê encûmenê hatin hilbijartin.


Her sê kes jî nazmedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne.


Di hilbijartinan de, serok û cîgira serokê encûmena parêzgehê ji koma 28 dengan 27 dneg bi dest xistin.


Herwiha Fehad Etroşî her 28 deng bi dest xisitn û bû parêzgarê Duhokê.


Parêzgarê berê yê Duhokê navê wî Temir Remezan bû.