Li Dêrsimê Konferansa Azadiya Rojnamegerî û Ragihandinê hat lidarxistin

Dêrsim (Rûdaw) - Duyemîn Konferansa Navdewletî ya Azadiya Rojnamegerî û Ragihandinê li parêzgeha Dêrsîmê hat lidarxistin.

Ji bilî çend rojnamegerên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hinek rojnamegerên ji welatên din jî beşdar bûn.

Di konferansê de girîngiya rojnamegeriya xwecihî û pirsgirêkên heyî hatin gotûbêjkirin.

Rojnameger Faruk Bîldîrîcî  di beşa “Li Tirkiye û Cîhanê Pirsgirêka Azadiya Ragihandinê” de amaje bi wê yekê da ku medyaya Kurdî jî di nav de helwêsteke dadmend nîne.

“Em nikarin bi awayî serbixwe rojnamegeriyê bikin”

 Faruk Bîldîrîcî got:

“Li Tirkiyeyê, ez ji bo medyaya aliyê desthilatê, mixalefet û medyaya Kurd jî dibêjim, wekî em dixwazin em nikarin bi awayî azad, bêalî û serbixwe karê rojnamegeriyê bikin.

Mercê destpêkê yê azadiyê jixwe bêalîbûn û serxwebûn e. Ev mijar bi pirsgirêk e.

Ez vê yekê jî bêjim, mixabin dema hevalên me yên rojnamgerên Kurd tên desteserkirin, em wê helwesta ku ji bo rojnamegerên naskirî yan jî bo rojnamegerên ku li rojavayê Tirkiyeyê tên desteserkirin nîşan didin ji bo wan nîşan nadin.”

Konferans bi hevkariya Munzurpress, Saziya Rojnamegeran a Dêrsimê û Balyozxaneya Qraliyeta Hollandayê hat lidarxistin.

Yekemîn Konferansa Rojnamegeran a Navneteweyî li heman parêzgehê di sala 2022an de hatibû lidarxistin.