Riha: Zarokê karker ê 15 salî li ser kar canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li avahiya ku lê dixebitî pirîket bi ser serê zarokekî karker ê 15 salî de ket û wî canê xwe ji dest da.

Bûyerê li Taxa Eyyubiyeyê ya Rihayê li avahiyeke ku dihat çêkirin rû daye û navê wî zarokî Abdullah Çevîk e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan Abdullah Çevîk bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Rihayê.

Lê tevî hemû midexaleyan Abdullah Çevîk li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hatiye ragihandin ku li ser bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Encûmena Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) ragihandibû ku nîsanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 163 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye û ku 5 ji wan zarok in.

Di 4 mehên destpêkê yên îsal de jî herî kêm 597 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.