Nêçîrvan Barzanî ji bo Kurdên Êzidî peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Heta ku Kurdekî Êzidî yê revandî hebe dê karê me yê rizgarkirina wan berdewam bike.”

Îro salvegera 31ê ya avakirina Navenda Rewşenbîriyê ya Laleşê ye.

Nêçîrvan Barzanî bi vê wesîleyê peyameke pîrozkirinê belav kir û got:

“Ez ji wan re hêviya bipêşketin û serkeftina berdewam dixwazim.

Ez dê her tim piştevaniyê bidim da ku wekî kaniyeke sazgar a ku diherike nav rûbarê rewşenbîriya Kurdî xizmetên xwe bidomînin.”

“Dê karê me yê rizgarkirina wan berdewam bike”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew dê tim piştgiriyê bide maf û xwestekên Kurdên Êzidî û berdewam kir:

“Heta ku Kurdekî Êzidî yê revandî hebe dê karê me yê rizgarkirina wan berdewam bike.

Çi li Îraqê be, çi li Herêma Kurdistanê û çi jî li cihanê be heta ku ji destê me were em dê xizmetê bikin ji wan re.”

Beriya Êrişa DAIŞê ya sala 2014an li Şingalê 550 hezar Kurdên Êzidî hebûn.

Piştî êrişa DAIŞê 120 hezar Kurdên Êzidî koçî derveyî welêt kiriye û 135 kes jî li kampên Herêma Kurdistanê ne.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, di êrişa DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an de 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatine revandin.