ZAXO – Xwişka xwe bi keleşê kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zaxoyê kurekî xwişka xwe li nava malê bi keleşê kuşt.

Li gorî agahiyan, bûyerê îro saet 10:00an li nahiyeya Derkarê ya Zaxoyê rû daye.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê Ehmed Remezan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan gumanbar desteser kiriye û lêkolînên li ser bûyerê jî dest pê kiriye.

Ehmed Remezan diyar kir ku temenên her duyan jî ji 18an mezintir e û tohmetbar piştî bûyerê hatiye desteserkirin.

Li hêla din, termê keçê ji bo otopsiyê li Saziya Tiba Edlî ya Zaxoyê ye.