Otomobîl di bin trênê de ma: Ajokar mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê trênê li ser rêya hesinî li otomobîlê xist.

Otomobîl di bin trênê de ma û ajokarê otomobilê yê 17 salî mir.

Li gorî agahiyan, otomobîla ku Alper Efe Eroglu (17) diajot û trêna ku ji Sêwazê diçû Meletiyê li Taxa Dîlekê li hev qelibîn.

Otomobîl di bin trênê de ma û trêne ew bi qasî 100 metreyî bi xwe re bir.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û wan tesbît kir Alper Efe Eroglu miriye.

Tîman termê wî veguhast morga Saziya Tiba Dadî ya Meletiyê.

Li hêla din, otomobîl ji ser rêya hesînî hat rakirin.