Keça Pêşmergeyê şehîd: Xewa min nayê ne li ser destê bavê xwe bim

Riwandiz (Rûdaw) - Pêşmerge Muhsîn Husên ku şeva derbasbûyî li gundê Omerbilê yê Kifriyê di êrişa DAIŞê de şehîd bû, 4 keçên biçûk li pey xwe hiştin. Zaroka wî ya 4 salî dibêje, “Xewa min nayê eger ne li ser destê bavê xwe bim.”

Piştî şehîdbûna Muhsîn Husên ê 44 salî, hejmareke xelkê ya zêde li mala wî kom bûn bo ku pêşwaziyê li cenazeyê wî bikin.

Muhsîn Husên herî dawî li gel hevjîna xwe Atye Seyîd Xidir axivî û hevjîna wî dibêje, “Telefona min kir û daxwaza dîtina zarokên xwe kir. Birayê min li gel min bû, min şerm kir gelek li gel biaxivim. Demjimêr 8.30 bû em axivîn.”

Keça mezin a şehîd Muhsîn Husên 12 salî ye û ya herî biçûk jî salek temen heye.

Keça şehîd Muhsîn Husên, Awêze Muhsîn, bi girî ve dibêje, “Min her roj ji bavê xwe re digot neçe. Wî jî bi gotina min nedikir. Ez bi vîdyoyê li gel diaxivîm. Telefon ji dest ket, nizanim çi bi ser hat!”

Keça şehîd Muhsîn Husên, Ayînde Muhsîn jî dibêje, “Her dema ku xewa min dihat, ez diçûm cem bavê xwe û paşê bi xew diçûm.”

Muhsîn Husên sala 2003an bû Pêşmerge û efser bû di Lîwa 116 a Soranê de û berpirsê wê mîhwerê bû ku DAIŞê şeva derbasbûyî êriş kir.

Fermandarê Lîwa 116 a Soranê ya Hêza Pêşmerge Husên Bilok, derbarê Muhsîn Husên de dibêje, “Efserekî bicerg bû, beşdarî hemû şerên DAIŞê bûbû li sînoran. Di vî şerî de jî rola wî hebû û heta nefesa xwe ya dawî berevanî kir û serkeftina Hêza Pêşmerge jî bi xwîna wî bû.”

Birayê Pêşmergeyê şehîd, Ekrem Husên jî dibêje, “Birayê min ji bo axa Kurdistanê canê xwe bexşand. Lê dema taziye  û serdana ser qebran temam bû, kes li zarokên wî nanêre. Ev xedir e.”

Cenazeyê Muhsîn Husên li Riwandizê bi axê hat spartin.