Tevgera Goran: YNKê bi çekên giran êrîşî me kir
Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Goran ragihand, ku Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi çekên giran êrîşî Girê Zergete kiriye, ku navenda rêveberiya vê partiyê ye.
Endamê rêveberiya Tevgera Goran Diyarî Westa Ezîz jî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî belavbûna encamên ne fermî yên hilbijartinan ku hemû alî jî dizanin ev encam ne rast in, YNKê hêzeke zêde yê leşkerî şandiye dora Girê Zergete.”
Westa Ezîz got, ku li Silêmaniyê hemû dengderên Goran û partiyên din dibêjin “gelo ma me deng daye dijberên xwe.” û diyar kir, ku ji ber vê yekê jî alîgirên partiya wan hatine dora Girê Zergete.
Medyaya Tevgera Goran ragihand, ku bi fermana Lahûr Şêx Cengî hêzeke leşkerî ya Dijî Terorê bi çekên giran teqe li Girê Zergete kiriye.
Tevgera Goran ji alîgirên xwe daxwaz kir, ku Girê Zergete, ku navenda vê partiyê li wir e, biparêzin lê xwe ji tundiyê dûr bixin.
Diyarî Westa Ezîz da xuyakrin, ku ew nizane bi çi armancî teqe li Girê Zergete tê kirin.