Şehîd Leyla Qasim di helbestên Kurdî de

Hewlêr (Rûdaw) – Îro roja salvegera îdamkirina keça Kurd û şervana rêya rizgarîxwaziya Kurdistanê Leyla Qasim e. Leyla Qasim ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatibû îdamkirin û di helbestên helbestvanên Kurd de bû sembola qehremaniya jina Kurd.

 

Leyla Qasim di sala 1952an de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bibû, wek îro de bi destê hikûmeta Beisê ya Iraqê hatibû bidarvekirin. Leyla Qasim ji wê rojê û heta niha bû sembola jina Kurd a şervana azadî û rizgariya Kurdistanê. Bûyera îşkencekirin û bidarvekirina Leylayê bala gelek helbestvanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê jî kişand û helbest li ser nivîsandin.

 

Şêrejina Kurd Leyla Qasim keçeke bedew, çavnetirs, zîrek, şorrxweş û bejinbilind bû. Leyla sembola berxwedanê û alava azadî û rizgarîxwaziyê bû. Kurdistana weke wê xweşik, di nava wê de şîn hatibû. Di xwîna wê de, kulîlkên serbestiyê gul vedabûn. Leyla çeleng ji mirin û kuştinê neditirsiya û ji zalimên xwe re digot: "Min bikujin. Lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim."

 

Şehîdkirina Leyla Qasim bandoreke mezin li ser helbestvanên Rojavayê Kurdistanê kir yên ku gelek helbestên giranbuha li ser wê nivîsandin.

 

Cegerxwîn di dîwana xwe ya şeşan (Şefaq) de, bi navê Leyla Şehîd behsa qehremaniya Leylayê dike û dibêje: Leyla min e Leyla welêt. Wê dil li min kir ar û pêt. Mizgîn li Kurd roja me têt. Dijmin ji tirsan maye şêt. Da ser te taca Erdeşêr. Navê te dinivîsim bi zêr. Jin nû dibin wek şêr û mêr. Leyla keça Mît û Meda. Canê xwe da di ber me da. Bijîn heçî ko canfida. Xweş bin ji te jar û geda. Leyla delal û pir çeleng. Leyla ciwan û şox û şeng. Xwe daye kuştin wek pileng. Şerê li nav Kurd daye deng. Leyla çiraxa şevreş e. Wê rû li kurdan kir geş e. Kuştin bi me kurdan xweş e. Zordarî îdî nameşe. Leyla bijî, sed aferîn. Ji bo me bûye ol û dîn. Dîsa li min derbûn birîn. Hetta ceger min bûye xwîn.

Tîrêj di dîwana xwe ya yekemîn Xelat de, bi navê Şîna Leyla Qasim li ser Leyla kurdan dike zarezar û dibêje: Serî hilde ji gorînê. Temaşeke hela Leyla. Li ser te Kurd dikin sine. Delala ber dila Leyla. Bi destê dijminê xwînxwar. Tu hat kuştin xuha perwer. Ku derdên tey giran dan ser. Hemî derd û kulan Leyla Te bê tirs canfida kurdan. Werîsê meşneqa wêran. Wekî ristek hil û mircan. Vebestî gerdenê Leyla. Li ser tem rengê goyînê. Dirêjin hêstirên xwînê. Rijandiye te li riya jînê. Xwîna xwe wek gula Leyla. Emê tabûtkê peyda kin. Ala rengîn bi serda kin. Di ber dijmin re derbas kin. Digel şêx û mela Leyla. Tu xweş fexre ji kurda re. Bi karwanê şehîda re. Dilê min tim bi heware. Ji rengê bilbila Leyla. Heya sax im ezê bêjim. Li ser we mest û hem gêj im. Bi xweşxwanê xwe Tîrêj im. Ku la hewle wela Leyla.

 

Helbestvana Kurd Narîn Omer li ser şehîdbûna Leyla Qasim dinale û kela dilê xwe bi van peyvan dirjîne: Leyla Qasim serûk hilda. Gula jînê bi lez gulda. Daristanê çiqil der kir. Dara azadiyê pelda. Derzîdanka kulîlka dil. Ayîna dil ji dil dil da. Çavê rizgariyê bel bûn. Gava Leyla me çav Kilda. Avrêja hiş xunav wer kir. Kêşa serkeftinê hilda. Înana Kurd bi coş gur bû. Navbirka rastiyê kelda. Leyla Qasim lehenga pak. Dîrokê bo te rûpel da. Keçka kurdan bi şehnazî. Payebûna xwe zengil da. Dozê deng da bi wê Alê. Xaka kurdan çi simbil da.