Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Yekîtiya Ewropayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê YEyê yê ji bo Kendavê Luigi Di Maio li ser xurtkirina pêwendiyan hev ra bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê ji bo Herêma Kendavê Luigi Di Maio, îro di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de û zêdekirina hevkariya hevbeş di warên cuda de li hev kir.
Di civînê de her wiha bipêşketinên herêmî û navneteweyî û bandora van bipêşketinan li ser Îraq, Kurdistan û herêma Kendavê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan, bal kişand ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê li herêmê û tekez kir ku divê di çareserkirina pirsgirêkan de têgihîştina hevbeş û diyaloga aştiyane were bipêşxistin.
Her wiha alî li ser dûrxistina herêmê ya ji aloziyên zêdetir hev fikir bûn.
Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdariya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya ku 11ê Nîsanê dest pê kiriye, ji doh ve li Tirkiyeyê ye.
Barzanî, di çarçoveya forumê de bi rêber û serokên gelek welatan re hevdîtin pêk anîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê Herêma Kendavê Luigi Di Maio re civiya#ADF2025 #MEET4DIPLOMACY pic.twitter.com/RdUuFo6Iug
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 12, 2025