Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa Îraq û herêmê gotûbêj kir

Mihemed Şiya Sûdanî û Serok Mesûd Barzanî\ Wêne: Baregeha Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serok Mesûd Barzanî civiyan.

Mihemed Şiya Sûdanî, bi ziyareteke fermî vê sibehê gihişt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî hat pêşwazîkirin.

Civîna yekem a Sûdanî li gel Serok Mesûd Barzanî bû.

Baregeha Barzanî li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir û got:

"Di hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa siyasî û dawîn guherîn û pêşhatên li herêmê hat kirin.

Her wiha ji bo derbasbûna qeyran û astengî û çareserkirina pirsgirêkan tekezî li ser hevahengiya di navbera aliyên Îraqî de hat kirin."

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal mijareke din a vê hevdîtinê bû.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî li ser ziyareta Sûdanî ya Hewlêrê ji Rûdawê re got, "Serdan di çarçoveya bingeha pêwendî û gotûbêja derbarê mijarên girîng di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ye ku hikûmet bi hemû aliyên pêvajoya siyasî re tekeziyê lê dike."

Tê çaverêkirin ku Mihemed Sûdanî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî re bicive.