Li Bedlîs û Mûşê rêyên 74 gundan ji ber berfê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 74 gundan hatin girtin.
Tîmên pîwendîdar jî dest bi kar û xebatên vekirina rêyan kiriye.
Li Bedlîsê ku berfê ji şevê din ve dest pê kiriye û car car dibare, navenda parêzgehê sipî bûye û ser otomobîlan bi berfê hatiye girtin.
Li cihên bilind ên parêzgehê berf zêde bariya û rêyên 60 gundan ji ber berfê hatin girtin.
Karên ji bo vekirina rêyan dest pê kiriye
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatên xwe kiriye.
Li Mûşê jî vê sibê berfê dest pê kir û car caran dibare.
Li tevahiya parêzgehê rêyên 14 gundan ji ber berfê hatin girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur jî diyar kir ku ji derengê şeva borî ve berfê dest pê kiriye û rêyên 14 gundan hatine girtin.
Yentur got: “Ji bo vekirina rêyan me dest bi kar û xebatan kiriye. Ji bo welatî mexdûr nebin di demeke herî kurt de em dê rêyên girtî vekin.”