Herêma Kurdistanê xelkê Rojavayê Kurdistanê dersînor dike?

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyariyeke taybet ji Rûdawê re hat şandin ku çend malbatên ji Rojavayê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê hatine dersînorkirin.

Malbatên hatine dersînorkirin, xwedî destûra rûniştinê (îqame) û formên xwe ne û dem di ser belgeyên wan re neçûye.

Li gorî zanyariyan hinek ji wan malbatan 13 sal in li Herêma Kurdistanê dijîn.

Malbatek heye ku dê û bav hatine dersînorkirin lê zarokên wan li Hewlêrê mane.

Malbatan xwe gihand Rûdawê û belgeyên xwe yên mayîna li Herêma Kurdistanê şandin.

Ew îdia dikin ku bê agahdarî, bê destîşankirina ti sedemekê û bê ragihandina ti daxuyaniyekê ew dersînorî Rojavayê Kurdistanê hatine kirin.

Malbateke ji Qamişloyê destpêkê 2 jin piştre jî bangî hevjînên wan hatiye kirin û tevî zarokan ew hatine dersînorkirin.

Di heman demê de piştî ku çend kesên ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re got ku ew bi zorê ji Herêma Kurdistanê hatine dersînorkirin, berpirsekî Rêveberiya Nişîngeha Silêmaniyê ji Rûdawê re got ku wan ti kes dersînor nekirine.

“Ti kes bi zorê nehatiye dersînorkirin”

Berpirsekî pilebilind ê Rêveberiya Nişîngeha Silêmaniyê ji Rûdawê re got:

“Çend biryar hene ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed derxistine ku em li Silêmaniyê û hemû parêzgehên din pabend in.

Ji bilî van biryaran ti kesê ji Rojavayê Kurdistanê yan jî ji Sûriyeyê bi zorê nehatiye dersînorkirin ji bilî ku sedemek hebe.”

Wî berpirsî da zanîn ku li gorî biryarê ew kesên tên şandin, vîze wergirtine û dema vîzeya wan temam bûye.

Wî ferbarê kesên ku îqameya wan heye de jî diyar kir ku eger pirsgirêkeke wan a ewlehî yan jî tenduristiyê nebe ew nayên vegerandin û ti grûpek jî nehatiye vegerandin.

Berpirs herwiha da zanîn ku hin kesên ji Sûriye yan jî ji Rojavayê Kurdistanê hene ku li cihekî dixebitin û bi piştgiriya wan destûra rûniştinê ji wan re hatiye dayîn lê eger ew kes ji kar hatibin avêtin dê werin vegerandin.

Lê xwediyê kar rêkarên yasayî û îdarî ji bo nûkirina destûra rûniştinê pêk bîne em dê nû bikin.

4ê mehê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku ew êdî vîzeyê nadin welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.