Li Geverê lehî: Zevî û xanî di bin avê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê lehî rabû.

Zeviyên çandiniyê û hinek malên xelkê di bin ava baranê de man.

Li Geverê ev 3 roj in baran bê navber dibare û bandoreke neyînî li jiyana xelkê kiriye.

Îro li çend taxên navçeyê ji ber barana zêde avê daye ser mal û kargehên xelkê.

Tîmên şaredariyê ji bo ava ku ketiye nav malan vala bikin dixebitin.

Herwiha gelek zeviyên çandiniyê jî di bin avê de mane.

Dîsa li hinek deveran ax herifiye û ketiye ser rêyan.

Li gor texmîna Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê çend rojên din jî barîna baranê berdewam bike.