Hereketa Azadî û KDP Kurdê piştevaniya xwe bo HAK-PARê ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Hereketa Azadî û Partiya Demokrat a Kurd (KDP Kurd) ragihandin ku dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de piştevaniya Partiya Maf û Azadiya (HAK-PAR) bikin.

Îro Çarşemê 12yê Nîsana 2023yan Serokê Partiya Demokrat a Kurd (KDP KURD) Reşît Akicî, Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî û Serokê Giştî Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan li avahiya Hereketa Azadî ya Amedê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Di civînê de Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan diyar kir ku 14ê Gulanê hilbijartinên parlameto û serokomariya Tirkiyê birêve diçin û ji bo partiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke girîng û got "Em dixwazin bi destên zarokan Kurdan nûnertiya Kurdan ava bikin.”

Duzgun Kaplan dibêje: “Hûn jî baş dizanin ku ev 45 sal in li Bakurê Kurdistanê dewlet û aliyên entegrasyonê Kurdistan serûbinkirin. Em wek welatparêzên kurd dibêjin bi nûnertiya me hebe. Di vê çarçoveyê de me biryar da ku di 14ê Gulanê de bi serokê Partiya me ya qedîm, Partiya Demokrat a Kurd  Reşît Akicî û Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî re bi hev re bikevin hilbijartinan.”

Serokê Giştî yê KDP Kurd Reşît Akîcî jî diyar kir ku dengê Kurdan li tu cihî nehatiye bihîstin û ji bo dengê Kurdan were bihîstin dê di vê hilbijartinê de piştgiriya HAK-PARê bikin û got: “Niha hilbijartinek li pêşiya me heye û heta îro me dengê gelê Kurd negihandiye ti cihekê. Ji bo dengê Kurdan were bihîstin em bang li hemû Kurdan dikin ku roja hilbijartinê dengê xwe bidin HAK-PARê.”

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî got: “Di dîroka Komara Tirkiyeyê de 27 hilbijartin çêbûne, lê Kurdan di van hilbijartinan de tu tiştek bi dest nexistine. Ev ne hilbijartina man û nemanê ye, lê helbet ji bo me girîng dengê netewperwerên Kurdên bilind bibe. HAK-PARê mafê beşdarkirina hilbijartina bidest xistiye. Di vê çarçoveyê de me jî biryar da ku em di hilbijartinan de piştgiriya HAK-PARê bikin. Em dixwazin dengê hemû Kurdên welatparêz di bin sîwana HAK-PARê de kom bibe.”

Piştre jî deklerasyona hilbijartinê ya hevbeş a her sê partiyan hat ragihandin. Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“Di 14ê Gulana 2023an de hilbijartinên serokomarî û parlementoyê bi hev re, di hawîrdoreke pir polarîzekirî de tên kirin. Piraniya partiyên siyasî dê bi tifaqan bikevin hilbijartinan. Îro hem bloka desthilatdar a bi serokatiya AKP/MHP û hem jî bloka muxalefetê ya bi serokatiya CHP / ÎYÎ Partiyê, ji bo çareserkirina arîşeyên bingehîn ên civakê bi taybet pirsgirêka Kurd ti projeyekê pêşkêşî dengderan nakin, berovajî vê stratejiya xwe ya hilbijartinê li ser esasê dijkurdtiyê ava dikin. Hem bloka desthilatdar, hem jî bloka muxalefetê û hem jî komên entegrator ên ku siyasetmedarên Tirk ên bi guman wek nûnerên Kurdan destnîşan dikin û dixwazin bibin Tirk, ji xeynî zirar û derdê tiştekî ku bidin gelê me tune ye. Di nava 26 partiyên ku bi awayekî fermî beşdarî hilbijartinên Tirkiyeyê bûne de, tenê HAK-PARê çareseriya pirsgirêka Kurd xistiye navenda bernameya xwe û di stratejiya hilbijartinê de bi vê ferasetê siyasetê dişopîne û federasyonê diparêze.

Me weke HAK-PAR, KDP KURD û Hereke Azadî biryar da ku em bi hev re di vê pêvajoya hilbijartinê de daxwazên rewa yên gelê Kurd derxînin pêş û mekanîzmayeke nûnertiya Kurd a mayînde û bi îstîkrar deynin. Em dê li dijî polîtîkayên dij-kurd bisekinin, daxwazên gelê xwe biparêzin, têkoşîna aştiyane ya demokratîk berfireh bikin. Yên ku bi gotinên “yek netewe, yek dewlet, yek al, yek ziman” avahiyeke hovtir, yekbûyî û rejîma yek zilamî armanc dikin.

*Yên ku li bakur bi awayekî bêperwa sîyaseta dij-Kurd dimeşînin, xwerêveberîya Kurdan li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê wek meseleya jiyînê dibînin û êrîşî wan dikin.

*Em kesên ku heqaretê li qehreman, nirx û sembolên me yên netewî dikin wek hêviyê nîşan nadin.

Dîsa; Em namzedên partiyên muxalefetê yên ku bi bloka desthilatdar re di mijara dij-kurdtiyê de, ku beşên kemalîst û faşîst li hev dikin, û beşên entegrasyonîst ên ku bi axaftinên aştiyê dengên me distînin û şer dimeşînin, wekî hêviyê nîşan nadin.

Me bi dawîkirina polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê, bi destûra bingehîn a hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin.

* Rêvebiriya xweser jî di nav de, bi avahiyeke îdarî ya federal li ser esasê  wekheviya her du gelan garantîkirina hemû mafên demokratîk.

* Pejirandina zimanê kurdî li kêleka tirkî wek zimanê fermî û ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê.

* Ragihandina cihê definkirina hemû kesayetên kurd ên ku gorên wan veşartî ne, bi taybetî Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî û vegerandina rûmeta wan. Em ê li ser esasê hemû daxwaz û daxwazên gelê xwe, gel jî di nav de siyasetekê bimeşînin.

Hemû welatparêz piştgiriya HAK-PARê bikin. Em bang li hemû hilbijêran dikin ku dengê xwe bidin HAK-PARê.”