Li Colemêrgê qeza: 3 mirî û 3 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan roja Çarşemê 12ê Nîsana 2023an li sînorê gundê Berkêlkê yê girêdayî parêzgeha Colemêrgê, li ser rêya serekeya ya Wan-Colemêrgê, barhilgireke bi plakaya Îranê ku ber bi Wanê ve diçû, li minubuseke rêwiyan da û piştre jî dorseya barhilgirê jî li otubuskee rêwiyan da.
Di bûyerê de 3 kesên di minibusê de canê xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û berevaniya şaristanî çûn cihê bûyerê.
Kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hatin rakirin û şofêrê barhilgirê jî hat destserkirin.
Ev çend roj in û barîna baranê li Bakurê Kurdistanê bandorek nerênî li ser rêyan û çûn hatina otomobîlan dike. Li gor zanyariyan ew barhilgira ku tevlî bûyera trafîkê bûye jî ji ber rewşa xirab a keşûhewayê li ser rê şemitiye û li wê otubus û minubusa rêwiyan daye.
Ev di demekê de ye, rêya navbera parêzgeha Wanê û navçeya Miksê ya heman parêzgehê bi armanca tedbîrê ji ber barana zêde û rewşa xirab a keşûhewayê ji çûnûhatinê re hatiye girtin.