Baran û reşebayekê Akrê û Xebat daye ber xwe
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Polîsê Hawarçûnê yê navçeya Akrê ya Duhokê ji Rûdawê re ragihand, ji ber lehiyê av çûye nav zêdetirî 20 malan û beşeke tekyeya Şêx Ebdulezîz Geylanî ziyan dîtiye.
Her wiha li navçeya Xebat a Hewlêrê jî reşebayeke bihêz rabûye û baraneke gur dibariye.
Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, ji ber bahozeke xurt çend darên qedîm ji rehê xwe hilkişiyane û dîwarên çend malan jî hilweşiyane, her wiha ziyan gihîştiye Mizgefta Mezin a Beşîriyan a li Xebat.
Ev dîmen ne ji şevê ne, piştî nîvroj, dema gihîştina ba û bahozekê ji bo Akrê ye.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 12, 2023
Vîdeo ji Rûdawê re hate şandin pic.twitter.com/SYgwlPvoLt