Li Çil Axa jineke ducanî hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Çil Axa yê ser bi Dêrikê ve li Rojavayê Kurdistanê jineke ducanê li ser destê hevjînê xwe hat kuştin.

Li Çil Axa jineke ducanî ya 20 salî li ser destê hevjînê xwe hat kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî şeva borî jina bi navê Sûad Ehmed Zeelan ya 20 salî ji ber lêdana hevjînê wê canê xwe ji dest da.

Ew jin bi tundî ji aliyê mêrê xwe ve rastî îşkencê hatibû.

Piştî bûyerê, Hêzên Asayişê dest bi lêkolînê kirine.