Baxçeyên qeysiyan ên Îdirê bi rengên biharê xemilîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tozan a ser bi Îdirê ya Bakurê Kurdistanê ve, darên qeysiyan kulîlk vedan û baxçeyên qeysiyan bi rengên biharê xemilîn.
Li îdirê baxçeyên qeysiyan havînê bi fêkiyên xwe, payîzê bi belgên xwe yên zer, biharê jî bi kulîlkên xwe yên spî ve bala ziyaretvanan dikişînin.
Bi hatina biharê ra baxçe spî bûn û kesên ku ji siruştê hez dikin û wêneyan dikişînin jî baxçeyan xalî nahêlin.
Endamê Klûba Rêwîtiya Çand û Sirûştê ya Wêneyan a Îdirê wênekêş Harun Cengiz ragihand ku wan wêneya baxçeyên qeysiyan kişand.
Alî Ozturk ê siruşthez jî diyar kir ku ew ji bo ku di Geliyê Erez de bimeşe serdan wê derê kiriye û wiha got: “Em her sal di vê demsalê de dibînin ku darên qeysiyan kulîlk vedidin. Heftyeyek şûnde darên sêvê jî dê kulîlk vedin. Divê her kes vê xweşikahiyê bibîne."