Li Wanê 108 balinde piştî dermankirinê li çolê hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Rehabilitasyon û Parastina Ajelên Kovî li Zanîgeha Yuzuncî Yilê ya li Wanê di salekê de 108 balinde (teyr û tiyar) hatin dermankirin û paşê berî çolê hatin berdan.

Rêvebirê Navenda Rehabilitasyon û Parastina Ajelên Kovî li Zanîgeha Yuzuncî Yilê Prof. Dr. Lokman Aslan diyar kir ku balindeyên  birîndar ên Rêveberiya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştî birin li navendê derman kirin.

Lokman Aslan destnîşan kir ku li navendê, balindeyên cureyên wan cuda ne, derman dikin û  got: “Em çûk û ajelên ji bajarên dorberê yên birîndar û nexweş li navendê derman dikin. Navenda me erkeke lixwe digire.”

Aslan da zanîn ku li gor sala par îsal di dema koça balinde û ajelan de zêde birîndarî çênebû û wiha pê de çû: “Van rojan erdên me yên avî dê bi çûkan tijî bibin. Divê welatiyên me bi baldar tevbigerin. Hem ji bo parastina heywanan hem jî ji bo parastina sirûştê divê baldar bin. Di salekê de me 108 derman kirin û paşê ber bi çolê ve dan. Me 30 cûcikên avê û 20 ajelên biguhan jî derman kirin.”