23 gundên nahiya Derkar a Zaxoyê hatine valakirin

Zaxo (Rûdaw) – Ji 25 gundên nahiya Derkar a Zaxoyê, 23 gund hatine valakirin, îsal gundê Şeranşê ku piraniya wan Mesîhî ne, ji ber bombebaranên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, hat valakirin.

 

Berî mehekê li gundê Şeranşê 14 malbat dijiyan, piştî ku du caran hat topbarankirin, gund bi temamî hatiye valakirin, xelk mal û milkên xwe di cih de hiştine, deriyên xaniyên xwe girtine û nizanin dê çi wext careke din vegerin.

 

25 gundên nahiya Derkar a Zaxoyê dikevin navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê, li gor lipeyçûnên Rûdawê, tenê li du gundên bi navên Pereq û Deştetext niştecih mane.

 

Li gor gotina Rêveberê Nahiya Derkarê ji ber topbaranên artêşa Tirkiyê yên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li devera wan, ji sala derbasbûyî ve zêdetirî 300 caran gundên devera wan hatine topbarankirin.

 

Rêveberê Nahiya Derkarê Zêrevan Mûsa eşkere kir ku her roj topbaran heye û wan rêxistinên navdewletî jî li ser vê mijarê agahdar kirine, ku alîkariya wan bikin li gel dewleta Tirkiyê bigihin rêkeftinekê daku ev dever neyên valakirin.

 

Ziyanên topbaranan ji aliyê lijneyeke nirxandinê ya nahiya Derkarê ve hatine tomarkirin, ji sala derbasbûyî ve bi qasî 2 milyar dînaran (derdora milyonek û 650 hezar dolar) ziyan gihiştiye bax û malên xelkê herêmê.