Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişloyê navnîşaneke berz bû

Hewlêr (Rûdaw) – Mezlûm Ebdî diyar kir ku Serhildana Qamişloyê navnîşaneke berz bû û got, “Em hemû şehîdên Serhildana Qamişloyê bi bîr tînin.”

Îro salvegera 21ê ya Serhildana Qamişloyê ye.

“Serhildan navnîşaneke berz bû”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo salvegera serhildanê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

“Bi boneya salvegera 12ê Adarê, em hemû şehîdên Serhildana Qamişloyê ya 2004an bi bîr tînin.

Serhildan, navnîşaneke berz bû di pêvajoya têkoşîna aşîtyane ya gelê Kurd li dijî siyasetên rêjîma Beasê ya têkçûyî de.

Em tekez dikin ku em dê têkoşîna xwe ya pêkanîna dadmendiyê berdewam bikin û em dê mafê hemû Sûriyeyiyan bi rêya diyalogê û rêbazên aştiyane biparêzin.”