Rêveberiya Xweser li ser Serhildana Qamişloyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser salvegera Serhildana Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Îro, 12ê Adarê salvegera 20î ya Serhildana Qamişloyê ye.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê da zanîn, “Destkeftên heyî berhema Serhildana 12ê Adarê ne.”
“Ev serhildan mîraseke bedew e”
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got “Serhildana 12ê Adarê hîmê bingehîn ê şoreşa demokratîk a li Sûriyeyê danî” û pê de çû:
“Serhildanê wateya rasteqîn a şoreşê diyar kir ku bi rêya wê asoyên çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê û tevahiya pirsgirêkên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir.
Ev serhildan mîraseke bedew a dîrokî ye û navnîşaneke girîng e.
“Gelê me têgeheke nû afirand”
Gelê me bi têkoşîneke bêhempa li hemberî vê hişmendiyê sekinî û li hemberî qirkirin û çewisandinê têgeheke nû afirand.
Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Suriyeyê, bêyî naskirina rastiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha bêyî dîtina rola pêkhayeyên wê, disa bêyî naskirina têkoşîna pêkhateyan a ji bo avakirina modeleke demokratîk û têkoşîna wan a li dijî teror û tundrewiyê dê ti çareserî û ewlehiyeke rasteqîn li Sûriyeyê tune be.
Herêmên demokratîk ji bo gelemperiya dergehê aramî û çareseriyê ne. Bêyî naskirina van rastiyan nirxandina dîrok û siberojê şaş dimine.
Ev hemû jî encamên têkoşîna domdar a gelê me ne ku hêz û israra xwe ji rêgezên Serhildana 12ê Adarê û Şoreşa 19ê Tîrmehê digire.
Em dê bi hêz, israr û hemû îmkanên xwe destek û piştevaniyê bidin daxwazên gelê xwe.
Em dê meşa ber bi pêkanîna armancên gel ên demokrasî û avakirina civakê ve bidomînin.
Serhildana 12ê Adarê bingeha me ya xurt a pêkanîna van armancan û rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina Sûriyeke pirreng a demokratîk a yekbûyî ye.
“Beyannameya çareseriyê bingeha çareseriyê ye”
Bi vê wesîleyê em dibêjin ku beyannameya çareseriyê ya ku me pêşkêş kiriye bingeha çareseriyê ye.
Bêyî vê beyannameyê tevahî hewldanên çareseriyê mîna yên li Astanayê bi ser nakvin.
Dîsa jî komîteya destûrî ya ku behsa wê tê kirin bêyî beşdarbûne îradeya siyasî ya gelê me û projeya wê ya şareseriyê ya ku mîsogeriya rasteqîn ya yekitiya Sûriyeyê û gelê wê ye wê bi ser nekeve.
“Diyalog ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye”
Li ser vê yekê em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê dikin ku rewşa Sûriyeyê bibînin, rola me ya pêşeng li Sûriyeyê paşguh nekin.
Em diyar dikin ku hemû behîsên derbare şikandona îrade û îsrara gelê me dê bi bin bikevin. Diyalog ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye.”
Serhildana Qamişloyê
Roja 12ê Adara 2004an, dema pêşbirka futbolê ya di navbera tîma Cihadê ya Qamişloyê û Tîma Fitûyê ya Dêrezorê de, alîgirên tîma Fitûyê êrişî alîgirên tîma Cîhadê kir û di encamê alozî derketin.
Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê alîgirên tîma Cîhadê gulebaran kirin û di encamê de çend kes şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn.
13ê Adara 2004an, hêzên Sûriyeyê kesên ku beşdarî merasîma rakirina şehîdan bûbûn, gulebaran kirin.
Ji bo piştgiriya Qamişloyê tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê serî hilda û agirê serhildanê li tevahiya Rojavayê Kurdistanê geş bû.
Heman rojê, çirûskên serhildanê gihiştin û bajar û bajarokên herêma Cizîrê.
Grûpeke ciwanên Amûdê bi coşa azadiyê, li ser pankartekê “Hûn bi xêr hatin Kurdistana Azad” nivîsî.
Di dîroka Sûriyeyê de caram yekem peykerê Hafiz Esed li Amûdê hat xwarê.
Li Zanîngeha Şamê û taxên Kurdan ên li paytextê Sûriyeyê, xwepêşanderên Kurd daketin kolanan û wan piştgirî da Serhildana Qamişloyê.
Roja 14ê Adarê, pêla serhildanê gihişt bajarê Kobaniyê.
Şêniyên Kobaniyê gelek dam û dezgehên hikûmet û istixbarata Sûriyeyê kontrol kirin.
Çirûskên serhildanê roja 16ê Adarê gihiştin Heleb û Efrînê.
Bi hezaran Kurd li her du bajaran daketin kolanan û dirûşm û siloganên azadiyê bilind kirin û ew jî bûn deng û rengê Serhildana Qamişloyê.
Hikûmeta Sûriyeyê li hemberî serhildêran tund, dijwar û xedar bû.
Hinek eşîrêtên Ereban jî piştgirî da hikûmetê û mal û milkên Kurdan talan kirin.
Li gorî belgeyan di serhildana 12ê Adara 2004an de li Heleb û Efrînê 35 kes şehîd ketin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li zanîngehên Şam û Helebê 12 xwendekar hatin girtin û 24 xwendekar ji Zanîngeha Şamê hatin avêtin.
Bi hezaran Kurd hatin girtin û 75 ji wan hatin darizandin.
100 malbatên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê kir.