Li Siwêregê du malbat pev çûn: 2 kes birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê di navbera du malbatên xizmên hev de pêvçûn derket.
Her du aliyan bi çekan gule li hev reşandin, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Li gundê Mezrayê yê Siwêregê ji ber cihê çêriya ajelan di navbera du malbatan nîqaş çêbû û piştre bi çekan gule li hev reşandin.
Di bûyerê de A.A. (22) û E.A. (25) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Cendirmeyan li ber nexweşxaneyê û li gund tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.