Li Amedê şerê malbatan: 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hênê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbû û di encam de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Mukriyan ser bi navçeya Hênê ya Amedê şeva borî 11ê Adara 2023an li gor îdîayan di navbera du malbatan de ji ber sedemeke nehatiye zanîn pevçûn çêbûye û piştre bi çekan êrîşî hevdu kirine.

Herwiha di encama şerê bi çekan de li cihê bûyerê Muzaffer Kaya û kurê wî Necmettin Kaya û du kesên din birîndar bûne. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û ewlekariyê çûne cihê bûyerê û birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Lê ligel hemû midexaleya pizîşkî Muzaffer û Necmettin Kaya canê xwe ji dest dane û dermankirina 2 kesên birîndar ku ji malbata din in jî berdewam e. Li gor zanyariyan tîmên cendermeyan li gund tedbîrên ewlekariyê wergirtine û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.