Li Dêrsimê Komkujiya Helebce hat şermezarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hêzên Demokrasî û Kedê bi çalakiyekê qûrbaniyên komkujiyên Helebce, Beyazit û Taxa Gaziyê bibîranîn û ew komkujî bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin. Hêzên Demokrasî û Kedê li dijî wan zihniyetên ku komkujiyan pêktînin, banga têkoşîna hevbeş kirin.
Îro 12ê Adara 2022ê hêzên Demokrasî û Kedê yên Dêrsimê li Kolana Hûnerê qûrbaniyên komkujiya 12ê Adara 1995ê ya Gaziyê, Komkujiya 16ê Adara 1988ê ya Helebcê û Komkujiya 16ê Adara 1978ê bibîranîn û derbarê wan komkujiyan de civînek çapemeniyê saz kirin.
Li ser navê hêzên Demokrasî û Kedê qûrbaniyên Ergin Tekin daxuyaniya çapemeniyê xwend û bal kişand ser têkoşîna hevbeş a li dijî zîhniyetên komkujker.
Ergin Tekin amaje bi komkujiya parêzgeha Helebce ya Başûrê Kurdistanê da û ew komkujî wek tawanekî mirovî ya dijî gelê Kurd bi nav kir.
Endamê Platforma Ked û Demokarasiyê ya Dêrsimê Ergîin Tekin wiha got: “Yek ji komkujiyên ku di meha Adarê de pêk hatiye, di 16ê Adara 1988ê de, li Helebce pêk hat. Komkujiya Helebce tawanekî mirovî ye dijî gelê Kurd û yek ji rûpelên tarî yên dîroka mirovayetiyê ne. Hîroşîmaya Rojhilata Navîn e. 34 sal berî niha dîktatoriyeta Seddam ji bo têkoşîna netewî ya Kurd bifetisîne li erdnîgariya Kurdan, zêdeyî 5 hezar kes bi çekên kîmyayî komkuj kirin. Îro dîktatoriyeta Seddam nebe jî zîhniyeta komkujkirina Kurdan bi awayên cûda heye.”