Li Bedlisê aşût bi ser mala mamosteyan de hat

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê aşût bi ser mala mamosteyan de hat û di encamê de 7 otomobîl di bin aşûtê de man.

Di demjimêrên derengê şeva 12ê Adara 2022ê de piştî barîna berfeke zêde Taxa Beşminare ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê aşût bi ser bexçeyê Mala Mamosteyan de ket. Kesên di Mala Mamosteyan de diman, bi dengê bilind ê aşûtê şiyar bûn. Di encam de 7 otomobîlên mamoste û welatiyan ên parkkirî, di bin aşûtê de man û zerar gihişt wan. Aşûtê çend metreyan otomobîl ligel xwe xişikandine û ber bi jêr ve anîne.

Welatî Fatih Kozan dibêje “Demjimêrên şevê em bi deng hişyar bûn. Me otomobîla xwe li vir li aliyê çepê park kiribû. Lê aşût çêbû. Em bi dengekî bilind şiyar bûn.  Em rabûn û me li otomobîlan nêrî. Otomobîl ji wir anîne bo vir.”

Berfeke zêde ketiye ser otomobîlan.. Welatî hewl didin bi bêran otomobîlên xwe ji nav berfê derxin. Ew  destpêkê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez derbarê bûyerê agah dar dikin, tîm piştî demekê tên û ji cihê bûyerê diçin. Li ser vê yekê xelkê navçeyê bi alîkariya wan ve tên.

Fatih Kozan got jî “AFAD li vir bû, lê nêrîn û gotin em dê piştre bên. Em nizanin dê kengî bên. Em niha bi rastî di rewşeke zehmet de ne. Hevalên ku li otelan û li Mala Mamosteyan diman hatine û alîkariyê dikin.Em jî hewil didin demildest vê derê bicih bihêlin. Em li bendê ne û hewil didin otomobîlên xwe derxin.”

Ev sê roj in li Bedlîsê berf dibare û li gor pêşbîniyên keş û hewayê dê heta çend rojên din barîna berfê berdewam be. Aliyên peywendîdar ên parêzgehê derbarê egera çêbûna aşûtan de berdewam hişyariyê didin welatiyan û daxwazê ji wan dikin ku malên xwe yên li kendal û berpalên çiya ku metirsiya aşûtê li ser wan heye bi cih bihêlin.